Hêza Berevanîya Esmanî ya Îsraîlê dibêje ku wan pêleke nû ya êrîşan li ser çeperên Hizbullahê li deşta Bîqaa û deverên din ên başûrê Libnanê dest pê kiriye.
Ev êrîşa yekem a hêzên Îsraîlê li Bîqai’ê di sê hefteyên borî de.
Artêşa Îsraîlê û Hizbullah hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin, di demekê de ku alozî li ser sînor berdewam dikin.
Roja Yekşemê di êrîşeke dronî ya Hizbullahê de li başûrê Libnanê leşkerekî Îsraîlî hat kuştin û şeşên din jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li artêşê kir ku "bi tundî" êrîşî armancên Hizbullah li Libnanê bike.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê roja Yekşemê got ku di rêze êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê de herî kêm 14 kes hatine kuştin.
Agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de di 17ê Nîsanê de derbasî warê cîbicîkirinê bû û Serok Donald Trump roja Pêncşemê ragihand ku ew ji bo sê hefteyan hatiye dirêjkirin.