Artêşa Îsraîlê roja Şemîyê got ku wê Elî Hesen Şue'ib kuşt, "terorîstê Hêza Ridwan ya Hizbullahê ku bi salan di bin navê rojnamevan de ji televizyona El Menar re kar dikir."
Îsraîlê got ku Şue'ib "cihê leşkerên Îsraîlê li başûrê Libnanê eşkere kiribû û têkilîya wî ya rasterast bi terorîstan re hebû, bi taybet ligel hêzên Ridwan."
Hêza Ridwan yekîneyeke operasyonên taybet a Hizbullaha Libnanê ye ku ji sala 2006'an ve bi piranî tevlî Îsraîlê bûye, lê di sala 2008'an de navê wê bo Hêza Ridwan hate guhertin.
Artêşa Îsraîlê dibêje ku ewê operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê berdewam bike, piştî ku koma terorîst biryar da ku piştgirîyê bide rejîma Îranê li dema operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê didomin.
Artêşa Libnanê îro Şemîyê ragihand ku leşkerekî wê di êrîşeke Îsraîlî de li başûrê Libnanê hate kuştin.