Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku di roja borî de hêzên wan li başûrê Libnanê bêhtirî 25 embarên çekan û mûşekavêjên Hizbullahê bi armanc girtin.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê îro Sêşemê li ser platforma X’ê got, “IDF dê operasyonên xwe ji bo nehiştina gefên li ser sivîl û artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bidomînin.”
Îsraîlê li çend deverên başûrê Libnanê zêdetirî 25 binesazîyên Hizbullahê bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku “Ji bingehên ku rastî êrîşên Îsraîlê hatin, embarên çekan û baregeh ku terorîstan ji wan cihan planên terorîstî li dijî hêzên IDFê û Dewleta Îsraîlê pêş dixistin.”
Tevî agirbestekê di navbera Libnan û Îsraîlê de, şer û pevçûn di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê berdewam dikin.
Hefteya borî, nûnerên Îsraîl û Libnanê bo gera duwem li Washingtonê kom bûn bi mebesta domandina gotûbêjên aştîyê.