Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê li Başûrê Beyrûtê Êrîşî Hizbullahê kir

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Di daxuyanîyeke hevbeş de ku ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevanyê Israil Katz ve hat weşandin, hat ragehandin ku artêşa Îarîlê îro Yekşemê li taxa Dhahiyê a başûrê Beyrûtê êrîşî armancên koma Hizbullah a Libnanî kir.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku êrîş bersiva gulebarana Hizbullahê ya li ser axa Îsraîlê bû.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku Hizbullah sê top avêtine deverên bakurê Îsraîlê, û ev kiryar wekî binpêkirineke eşkere ya agirbestê bi nav kiribû.

Artêşa Îsraîlê îro du daxuyanîyên hişyarîyê yên nû belav kirin û tê de daxwaz ji rûniştvanên 29 gundên li başûrê Libnanê kir ku malên xwe bipirsin û vala bikin, wekî amadehiyeke ji bo bombebaran kirina wan deveran.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê ji bo ragihandina Erebî, Avichay Adraee li ser platforma X’ê hişdarî da niştecihên hejmarek bajarok û gund û got ku ji ber binpêkirina peymana agirbestê ji aliyê Hizbullah ve, Artêşa Îsraîlê neçar e ku li dijî wî tedbîrên tund bigire."

Daxuyanîyê bang li niştecihên van deveran kir ku malên xwe vala bikin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin, û destnîşan kir ku her kesê ku li nêzî andam û bingehên Hizbullah bi cih dibe, jiyana xwe dixe metirsîyê dê.


This item is part of
XS
SM
MD
LG