Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Heftemîn a Danûstandinên Îsraîl û Libnanê li Romayê Bidawî Hat

Roja pêncşemê, danûstandinên aştiyê di navbera Îsraîl û Libnanê de bi piştgîrîya Amerîkayê, ku sê roj berdewam kirin, li Romayê bi dawî hatin.

Berdevkekê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji rojnameya Jerusalem Post re got ku danûstandin li ser asta teknîkî û pisporan «berhemdar» bûne.

Li gor CNN ê jî berdevkekî wezaretê got: "Her du alî ji bo Lihevkirinekê gelekî nêzîk bûne, derbarê gavên pêwîst ji bo pêşxistina pêvajoya herêma ceribandinê û berfirehkirina qada wê," bêyî behsa hûragahiyan bike."

Li gorî peymana herêmên ceribandinê, tê pêşbînîkirin ku hêzên artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê vekişin û kontrola wan herêman radestî Hêzên Çekdar ên Libnanê bikin.

Parlamenter Melhem Riyaşî: Hêvîyên Erênî di Encamên Danûstandinan de Hene

Endamê Parlamentoya Libnanê, Wezîrê Ragihandinê yê berê, Melhem Riyaşî gote Dengê Amerîkayê, ku "di eslê xwe de, ev danûstandin ji bo rêvebirina krîzê "bijardeya herî jîr" e. Ji ber vê yekê, erê, sedemek ji bo "geşbîniyê" heye, bi şertê ku îradeya siyasî û şertên pêwîst hebin da ku ev lihevkirin bibin pêngavên praktîkî.

Melhem Riachy, Member of the Parliament Lebanon
Melhem Riachy, Member of the Parliament Lebanon

Riyaşî berdewam kir û got, her çend blokên siyasî di hûrgiliyên van danûstandinan de ji hev cuda bifikirin, û helwesta kolanê li gorî metirsî û dabeşbûnan biguhere, lê belê xala hevpar a piraniya Libaniyan têdikoşîn ji bo aramiyê, ku dewlet bê hevpar bi tena serê xwe vegere rola xwe ya sirûştî.

Hêjayî gotinê ye ku di 26'ê Hezîranê de, piştî pênc gerên danûstandinan li Washingtonê, Libnanê û Îsraîlê peymanek çarçoveyî îmze kir. Ev peyman bi taybetî çekdanîna Hizbullahê, vekişîna gav bi gav a Îsraîlê ji herêmên başûrê Libnanê, û belavbûna artêşa Libnanê ji du herêmên tecribî dest pê dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG