Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îsraîlê ji ber Biryara Dadgehê Wezîrekî Xwe ji Kar Dûr Dixe


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê ji kar dûrxistî Aryeh Deri
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê ji kar dûrxistî Aryeh Deri

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê wezîrekî hikûmeta xwe ji kar dûr xist li gorî biryara Dadgeha Bilind a li dijî destnîşankirina Aryeh Deri ku kabîneya nû hejand.

Deri, serokê partiya Cihû ya ultra-Ortodoks Şas, di vegerandina Netanyahu de bo desthilatê piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê, rolek girîng lîst.

Serokwezîr meha borî ew wek wezîrê tenduristî û navxweyî destnîşan kir, lê roja Çarşemê Dadgeha Bilind got ku Netanyahu "divê Deri ji posta xwe derxîne" ji ber mehkûmkirina vê dawîyê ya girêdayê bacan.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha serokwezîr, Netanyahu di civîna kabîneyê de ji Deri re got: "Bi dilekî giran, bi xemgîniyek mezin û bi hestek pir dijwar ez neçar mam ku we ji wezîrtiya we biguhêzim."

Piştre Deri got ku ew ê bernameya hikûmetê bi pêş bixin û beşdarî civînên asayî yên serokên partiyên koalîsyonê bibin.

Wî di daxuyaniyekê de got, "ti biryarek dadwerî dê rê li ber min negre ku ez xizmeta hilbijêrên xwe bikim."

Netanyahu roja Yekşemê got biryar "îrada gel paşguh dixe".

Serokwezîr bi xwe niha ji ber bertîl, sextekarî û binpêkirina baweriyê tê darizandin, lê ew wan sûcan red dike.

Hikûmetê di destpêka Çileyê de dest bi bernameyeke çaksaziya dadweriyê kir ku bû sedema protestoyên girseyî.

Bi deh hezaran Îsraîlî roja Şemiyê li Tel Avîvê li dijî planên cihê nakokiyan kom bûn, di nav de dayîna desthilatên zêdetir ji qanûndaneran re di destnîşankirina dadweran de û binpêkirina biryarên dadgeha bilind.

Li Îsraîl, ku destûra wê nîne, Dadgeha Bilind niha xwedî desthilatî ye ku qanûnên ku ew cihêkar an ne maqûl dibîne, jinav dibe.

Serokwezîrê berê Yair Lapid, ku beşdarî xwepêşandanê bû, roja Yekşemê hukûmeta heyî wekî "sêrk" anî ziman.

Serokê opozîsyonê Lapid di vîdyoyekêde ku li ser Twitterê hatî belavkirin got, "Netanyahu... divê îro wezîrê tenduristiyê û wezîrê navxwe yê tam-demî destnîşan bike."

Wî got, "divê hemwelatiyên Îsraîl berdêla gendelî û tevliheviya vê hikûmetê nedin."

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG