Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Benjamin Netanyahu: Ti Terorîst Ewle Nîne

Israeli Prime Minister Benjamin Netanyahu holds a press conference, amid the U.S.-Israel conflict with Iran, in Jerusalem
Israeli Prime Minister Benjamin Netanyahu holds a press conference, amid the U.S.-Israel conflict with Iran, in Jerusalem

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê ragihand ku “Ji dijminên Îsraîlê re ti kes ewle nîne.”

Daxuyanîya Netanyahu piştî wê yekê hat ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li Beyrûta paytexta Libnanê, fermandarê Hêza Ridwan a koma Hizbullahê kuşt.

Netanyahu di daxîyanîyê de got ku fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê, yê bi navê Ehmed Elî Belût, "wisa dizanî ku dikare li Beyrûtê êrîşên li ser leşker û xelkê Îsraîlê berdewam bike."

Netanyahu got “Ez ji dijminên me re pir eşkere dibêjim: Ti terorîst ewle nîne.”

Şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê di 2’yê Adarê de dîsa destpê kir, piştî ku Amerîka û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de operasyona li dijî rejîma Îranê da destpêkirin.

Dema ku Îsraîl û Hizbullah şer dikin, Amerîkayê du civînên danûstandinên aştîyê ji bo balyozên Îsraîl û Libnanê çêkirin.

Li gor karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku nûnerên Îsraîl û Libnanê wê di 14 û 15’ê Gulanê de, cara sêyem li Washingtonê ji bo aştîyê bicivin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG