Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Îran Nêzî Têkçûnê Ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê serdana hêzên Îsraîlê yên li başûrê Sûrîyê kir û got ku Komara Îslamî ya Îranê li ber hilweşînê ye.

"Hîn jî kar heye ku were kirin, karê sereke hilweşîna rejîma terorê ya li Îranê ye. Em pir nêzî wê yekê ne... û em dizanin ku her tim şerxwazî di dawiyê de dê hilweşe " wî got.

Netanyahu ligel wezîrê berevanîyê Isreal Katz û Cîgirê Serfermandarê Artêşa Îsraîlê General Tamir Yadai serdana hêzên Îsraîlê li aliyê Sûrîyê yê Çiyayê Hermonê (Çiyayê Şex ) kir, ku li ser sînorê Îsraîl-Sûrîyê cîh digire.

Wî li wir, ji karbidestên leşkerî yên Îsraîlê li ser operasyonên li herêmê agahî wergirt.

Li Çiyayê Hermonê, Netanyahu got ku Îsraîl li ser herêma ku ji Çiyayê Hermonê heta Çemê Yermûkê dirêj dibe, "xwedî kontrolek tam" e.

“Emê nehêlin ku ti artêşeke terorîst li ser sînorê me bicîh bibe, û ev yek ji destketîyên mezin e ku me di Şerê Rizgarîyê de bi dest xistiye,” wî got.

Piştî hilweşîna serokê berê Beşar Esed di Befranbara 2024’an de, hêzên Îsraîlê derbazî herêmeke tampon ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û hin heremên din yên başûrê Sûrîyê bûne.

Îsraîl dibêje hebûna wê ya leşkerî ji bo parastina ewlehîya wê pêwîst e, lê Sûrîyê jî bi berdewamî daxwaza vekişîna hêzên Îsraîl dike.

Ji alîyê din ve wezîrê berevanîyê Îsraîl Katz jî peyamek ji serokê Sûrîyê Ehmed El-Şer'i re şand û got ku ewê hezên Îsraîlê ji “heremên ewlehîyê” venekişin.

"Em li vir peyamek pir xurt û zelal ji Serokê Sûrîyê re dişînin, ku 35 kîlometre dûr, li qesra xwe ya li Şamê rûniştiye: em li vir li Çiyayê Hermon in, em di herêma ewlehîyê de ne, û em ji vir dernakevin," wî got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG