Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Me ji Destpêka Operasyona 'Orîna Şêr' ve 2,500 Endamên Hizbullahê Kuştine

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan li başûrê Libnanê bêhtirî 150 bingehên Hizbullahê kirine armanc.

IDF’ê li ser hesaba xwe ya Îbrî ya platforma X’ê got, “Li Bint Cibêl, Marûn el-Ras, û Gelîyê Bîqaa, IDF’ê di roja borî de li zêdetirî 150 binesazîyên rêxistina terorîst Hizbullahê xist.”

Wê got ew dê berdewam be di armanckirina bingehên Hizbullahê de.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şeva borî li ser platforma X’ê nivîsand ku wan ji destpêka operasyona "Orîna Şêr" ve, nêzîkî 2,500 endamên Hizbullahê ji holê rakirine.

Netanyahu got, “Tenê di dema agirbestê de, 700 terorîstên Hizbullahê hatin kuştin, ku ji terorîstên ku di tevahîya şerê duyemîn ê Libnanê de hatine ji holê rakirin, zêdetir bû.”

“Hêzên me hilweşandina binesazîyên terorê yên li kêleka civakên me temam dikin. Hêzên mezin ên IDF’ê di kûrahîya axê de tevdigerin, deveran kontrol dikin û herêma ewlehîyê xurt dikin,” Netanyahu got.

Serkirdeyê Îsraîlî got wan “Li Beyrûtê, fermandarê Hêza Radwan têk bir.”

Wî anî ziman ku ew pêşengîya hewldaneke mezin a niştimanî dikin da ku çareserîyan li dijî dronên bumbekirî pêşve bibin.

Li dijî Hizbullahê, em ji bo kêliyekê jî şer ranawestînin, û hîn bêtir tişt hene ku werin kirin, heta ku ewlehîya tevahî ya welatîyên Îsraîlê were misogerkirin,” Serokwezîr got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG