Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sê Saliya 7'ê Cotmehê de Îsraîl Qurbanîyan Bibîr Tîne

Îsraîlî îro Çarşemê sê saliya êrîşên 7'ê Cotmeha 2023'an bibîr tînin. Di heman demê de, Filistînî li Xezayê, piştî du salan ji şer û bombebaranê, di nav wêranî û koçberîyê de jiyana xwe ya berîya şer bibîr tînin.

Di êrîşên 7'ê Cotmehê de, çekdarên bi pêşengîya Hemasê 1,200 kes kuştin û 251 kes rehîne girtin. Piştî wê, Îsraîlê dest bi operasyonên leşkerî yên berfireh li Xezayê kir. Ajansa Reuters dibêje li gorî hejmarên di raportê de, ji destpêka şer ve zêdetirî 74 hezar kes li Xezayê hatine kuştin.

Li Kfar Aza, nêzî sînorê Xezayê ku di êrîşên 7'ê Cotmehê de çekdarên Hemasê bi dehan Îsraîlî kuştin û 19 kes rehîne birin Xezayê, niştecihan ji bo bîranîna kesên hatine kuştin merasîmek lidar xist, tê de bi bêdengî rêz girt û navên qurbanîyan hatin xwendin.

Li Orşelîmê jî hin Îsraîlîyan xwepêşandan kirin û ji hikûmetê xwestku berpirsiyarîya têkçûna ewlehîyê ya 7'ê Cotmehê hilgire. Ev salvegera di demekê de ye ku tenê 20 roj ji hilbijartinên Îsraîlê re mane.

Filistînî jî Jiyana Xwe ya Berî Şer Bibîr Tînin

Ev yekem salvegera 7ê Cotmehê ye piştî agirbesta 10'ê Cotmeha 2025'an. Piştî wê rêkeftinê, Îsraîl hîn jî li dora du ji sê beşên Xezayê di bin kontrola xwe de digire. Li van deveran gelek avahîyên mayî hatine hilweşandin û ji niştecihan hatiye xwestin ku derkevin.

Hemas beşê din ê Xezayê kontrol dike, ku devereke teng li peravê ye. Piranîya du milyon niştecihên Xezayê niha li wir, di konên demkî an jî avahîyên wêranbûyî de dijîn.

Filistînîyên koçber dibêjin şer malbatên wan belave kiriye û jiyana wan bi temamî guherandîye.

Di sê saliya 7'ê Cotmehê de, gelek ji wan jiyana xwe ya berîya şer û mal û kesên ku ji dest dane, bibîr tînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG