Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje, Balafirên Şer Li Bingehên Hamasê Yên Li Xezayê Dane


Artêşa Îsraîlê got balafirên şer yên Îsraîlê roja Şemiyê li baregehên leşkerî yên Hemasê li Kerta Xezayê xistine wek tolhildana havêtina rokêtan ji navça Filistînê ya ku ji aliyê bizava Îslamî ve dihêt birêvebirin.

Artêşê di daxuyaniyekê de got: "Berî demeke kurt, di bersiva êrîşa rokêtan da, firokeyên leşkerî yên Israîlê hejmareke navendên rêxistina terorîst ya Hemasê li Kerta Xezayê dan ber bombeyan."

Daxuyanîyê her wiha got êrîş, piştî Hamasê "mûşekek ber bi sivîlên Îsraîlî yên li başûrê Îsraîlê ve havêtin", çêbû û da zanîn ku mûşek ji aliyê berevaniya esmanî ya Îsraîlê ve hatîye astengkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "Balafirên Îsraîlî navendeke çêkirina çekan ya li nav baregeheke leşkerî ya Hemasê û sê xalên leşkerî yên din yên Hemasê kirine armanc."

Peyvdarê Hamasê Hazim Qasim got ku êrîşên esmanî yên li başûrê rojhilatê Xezeyê "berfirekirina êrîşa li dijî axa Filistînê li Orşelîmê û Kenarê Rojavaya dagirkirî ye", piştî kuştina 3 Filistîniyan roja Înê.

Lê Hazim Qasimî behsê wê yekê nekir ku êrîşên esmanî yên roja Şemiyê bûne sedema ziyanan yan na.

XS
SM
MD
LG