Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filestînî Pêşwazîya Piştgiriya Biyanî Di Vekolînên Kuştina Ebû Akleh De Dikin

Karbidestekî Filestînî roja Şemiyê got ku desthilata Filestînî dê pêşwaziya beşdarbûna grûpên navneteweyî bike di vekolîna kuştina rojnamevaneka Al Jazeera de, dema ku nûçeyek li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser Kerta Rojavaya romal dikir.

Kuştina nûçegihana dêrîn Şîrîn Ebû Akleh xemgîniyek bi xwe ve girt di merasîma binaxkirina wê de roja Înê û tundûtûjî di navbera Filestîniyan û polîsên Îsraîlî de li bajarê Orşelîma kevin derketin pêş.

Tundiya ku tenê deqeyan dom kir, zêde bû Li hember kuştina Ebû Akleh, Filistînî hêrs bûn û wan tehdîd kir ku dê aloziyên ku ji meha Adarê vir ve zêde bûne bilindtir bikin.

Rayedarên Filestînî got ku Ebû Akleh ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatiye kuştin. Îsraîl di destpêkê de pêşniyar kir ku ew bi gulleyên Filestîniyan hatiye kuştin, lê piştre karbidestan got ku ew nikarin îhtîmala ku ew bi gulleyên Îsraîlî hatibe kuştin ji holê rakin.

Encûmena ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kuştin Ebû Akleh şermezar kir û bang li vekolîneke zelal û bilez kir.

Huseyîn al Şêx, berpirsekî payebilind yê Filestînê, li ser Twitterê got ku ew dê pêşwaziya beşdariya hemû saziyên navneteweyî di vekolînê de bikin.

Jêder: Reuters

This item is part of
XS
SM
MD
LG