Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Planeka Îsraîlê Şermezar Dikin


Rêberên Cîhanê Planeka Îsraîlê Şermezar Dikin
Rêberên Cîhanê Planeka Îsraîlê Şermezar Dikin

Rêberên Amerîkî, Ewropî û Felestînî planeka Îsraîlî şermezar dikin jibo avakirina 1,100 xanîyên nû li Orşelîma Rojhilat. Ev plana Îsraîlê dibe ku kêşeyên navbera Îsraîl û Felestînîyan aloztir bike.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clintomn dibêje, plana Îsraîlê alîkarîya destpêkirina danûstandinên aştîyê nake. Clinton daxwaz li herdu alîyan kir ku xwe ji pêngavên azirandinê dûr bikin.

Berpirsa rêbaza derve ya Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton dibêje, biryara Îsraîlê dibe gefe bo ser çareserîya kêşeya navbera Îsraîl û Felestînîyan û divê Îsraîl biryara xwe biguhere.

Têkelîyên navbera herdu alîyan aloz bûn piştî Serokê Felestînî bi fermî daxwaza endametîya wek dewlet li Neteweyên Yekgirtî pêşkeşî Sekretêrê Giştî Ban Kî Moon kir.

XS
SM
MD
LG