Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Du Mîlîtanên Dawî ku ji Zindanê Revîyanbûn Digire


Polîsê Îsraîlî roja Yekşemê herdu kesên mayî ji eslê şeş mîlîtanên ku berî dora 10 rojan ji zindanekê revîyabûn, girt. Polîs li ser Twitter'ê ragihand ku herdu mîlîtan li bajarê Jinînê hatin dîtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Avichay Adraee got ku “operasyoneke hevbeş navbera artêşa Îsraîlî, hêzên ewlekarîya giştî û hêzên polîsê taybet bi serkeftin li bajarê Jinîn bidawî bû. Herdu terorîstên ku ji zindanê revîyabûn hatin girtin.”

Adraee herwiha da zanîn ku “herdu xirabkar Nayif Kemamcî û Munadil Yaqûb Nifêat xwe radest kirin, piştî ku artêş û polîsan xanîyê ku xwe tê de veşartibûn dorpêç kir.”

Piştî reva wan şeş girtîyan ya 6ê Îlonê ji zindana Gilboa, du ji wan 10ê mehê hatin girtin û du yên din roja piştî wê.

Artêşa Îsraîlî wêneyên herdu mîlîtanên mayî ku Yekşemê hatin girtin, li ser Twitter'ê belav kir.

Reva wan girtîyan bi rîya kolandina qulekê di bin erda zindanê de bûbû egera kêfxweşîya Filestînîyan li ser kolanan.

XS
SM
MD
LG