Şerê dirêj yê navbera Îsraîl û Hamasê, bi êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ket qonaxeke nû. Ew êrîşa mezin ku di dîroka Îsraîlê de êrîşa herî kujer bû û wek bersîvdana wê, Îsraîlê dest bi bombebarankirina giran ya armancên Hamasê li Kerta Gaza kir.
Bi xirabtirbûna krîza mirovahî li Gaza û mezinbûna alozîya li Kenara Rojava, hin xeterî hene ku ew şer dikare li dewletên hevsînorên Îsraîl û herêmên Filîstînî berfirehtir be.