Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Banga "Wêrekîya Exlaqî" ya Cîhanî Dike

Israel's Foreign Minister Gideon Saar speaks during a press conference in Prague
Israel's Foreign Minister Gideon Saar speaks during a press conference in Prague

Wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar ragihand ku cîhan bi "rejîmeke xerab a nûjen" re li Îranê rû bi rû ye û hişyarî da ku “vegera bo siyaseta paşvekişandin û lihevkirinê dê xetereyên hebûnî vegerîne.”

Sa'ar roja Sêşemê di merasîmeke boneya Holokostê de li wezareta derve ya Îsraîlê got, "Îro cîhan bi rejîmeke xerab a din re rû bi rû ye: Komara Îslamî ya Îranê."

Wî got ku Tehran "bi fermî dixwaze Îsraîlê hilweşîne” û hişyarî da li dor bêbiryardarîya civaka navnetewî.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê her wiha bal kişand ser grûpên girêdayî Komara Îslamî li herêmê wekî Hemas, Cîhada Îslamî, Hizbullah û Hûsîyan, û ew bi "terorîzm û xwînrijandinê" bi piştgirîya Tehranê bi rêya çekan û dayîna pereyan, tawanbar kirin.

Di merasîmê de pêncî balyoz û serokên şandeyên dîplomatîk ji welatên cûda beşdar bûn.

Sa’ar dibêje "Reva ji vê rûbirûbûnê kêşeyan çareser nake." Wî bang li welatên Rojavayî kir ku li dijî Komara Îslamî "wêrekîya exlaqî" nîşan bidin.

Karbidestê Îsraîlî her wiha tekezî li ser biryardarîya Îsraîlê di vî warî de kir û got ku welat dê tedbîran bigire.

Wî axaftina xwe li ser Holokostê bi dawî anî û got, "Em li ser biryara xwe dimînin û nahêlin ew careke din dubare bibe.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG