Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Firokên Heron Radestî Tirkîye Dike


Tirkîye û Îsraîl li sala 2005’an peymaneke îmza kirîbû, jibo peyda kirina 10 firokên bêmirov ku bi piranî di çavdêrî kirinê de têne bikar anîn.

Karbidestên Tirk dibêjin, Îsraîl 6 firokên Heron yên bêmirov radestî wan kirine û çar firokên din jî li ber e, di dawîya Nîsanê de bêne teslîm kirin.

<!-- image -->

Tirkîye û Îsraîl li sala 2005’an peymaneke îmza kirîbû, jibo peyda kirina 10 firokên bêmirov ku bi piranî di çavdêrî kirinê de têne bikar anîn.

Jiber paşexistin û kêşeyên dîplomatîk navbêra her du alîyan, îhtîmal hebû ku projekta bi nirxa 185 dolarî bihata betal kirin.

Tirkîye, sîyaseta Îsraîl ya li ser Fîlîstînîyan rexne kirîbû, taybetî jî êrîşa berfireh ya meha Berfanbara 2008’an ya hemberî Gaza.

Firokên bêmirov wê derfet bide artêşa Tirkîyê ku çavderî li weşartgehên gerîllayên Kurd li bakura Îraqê bikin.

XS
SM
MD
LG