Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku şeva borî hejmareke leşkerên wê li başûrê Libnanê di encama pevçûnên ligel koma terorîst a Hizbullahê de li Libnanê birîndar bûne.
“Di pevçûnekê de li başûrê Libnanê sê leşkerên Îsraîlê bi giranî û leşkerek jî bi navînî birîndar bûn,” artêşa Îsraîlê li ser platforma X'ê got.
Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku di heman bûyerê de şeş leşkerên din jî bi sivikî birîndar bûne.
Li gor artêşa Îsraîlê, leşkerên birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyê û malbatên wan jî hatine agahdarkirin.
Ev bûyer di demekê de tê ku şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam dike ku ji 2’ê Adarê ve destpê kirîye.
Biryar e îro Sêşemê balyozên Îsraîl û Libnanê li Washingtonê bi navbeynkarîya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bicivin, da ku şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê gotûbej bikin.