Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Piştî Avêtina Roketan Ber Bi Girên Colanê Ve Êrîşî Sûriyê Dike


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Îsraîlê got ku balafirên wan roja Yekşemê li armancên leşkerî yên Sûrî xistin wek bersivdana rokêtên ku şeva borî ber bi axa Îsraîlî ve hatine avêtin, di demekê de ku tundûtûjî dîsan gur bû piştî pevguhertina agir di nav hefteyekê de.

Medyaya dewletê li Sûriyê teqîn li derdora Şama paytext ragihandin, di demekê de ku Îsraîl got êrîşên wê berdewam in li ser axa Sûriyê piştî ku şeş roket şeva borî ber bi bilindahiyên Colanê ve hatin avêtin.

Îsraîl got ku top û balafirên bê firokevan êrîşî rokêtan kirin û piştî wê jî êrîşên asmanî li dijî baregeheke artêşa Sûrî, sîstemên radarê yên leşkerî û çeperên topan pêk anîn.

Hêzên Berevaniya Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku artêşa Îsraîlê "dewleta Sûriyê berpirsyar dibîne ji hemû çalakiyên ku di nav xaka wê de çêdibin û rê nade ti hewlên binpêkirina serweriya Îsraîlê."

Wezareta berevaniya Sûriyê ragihand ku berevaniya esmanî ya Sûriyê bersiva êrişên Îsraîlî daye û hin mûşekên wê têkbirine. Hate gotin ku ti ziyanên canî çênebûne, tenê ziyanên madî ji ber topbaranê çêbûne.

Îsraîl di sala 1967an de di şerê Rojhilata Navîn de Girên Colanê desteser kirin û di sala 1981ê de axa 1200 km çargoşe kontrol kir, ev tevger ji hêla piraniya civaka navneteweyî ve nehat pejirandin.

Artêşê got ku tenê sê ji rokêtan derbasî nav axa di bin kontrola Îsraîlê de bûn, du ji wan li erdê vekirî ketin û ya sêyem jî ji hêla sîstemên berevaniya esmanî ve hat girtin.

Televîzyona El Mayadeen ku navenda wê li Libnanê ye, got grûpa Seraya El-Quds, baskê çekdarî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ya ku Îran piştgirîya wê dike, berpiorsiyariya avêtina rokêtan da ser mile xwe.

Roja Pêncşemê, zêdetirî 30 rokêt ji başûrê Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, û êrîşên dijî sînor ji alîyê Îsraîlê ve li ser cihên girêdayî tevgera Îslamî ya Hamasê li Lubnan û Gazzeyê pêk anîn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG