Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Hejmareke Welatîyên Îsraîlî Sînorê Sûrîyê Derbas Kirin

Sînorê Îsraîl û Sûrîyê. Wêne ji arşîvê ye.
Sînorê Îsraîl û Sûrîyê. Wêne ji arşîvê ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dora 40 welatîyên Îsraîlî îro Çarşemê çend sed metreyan derbasî nav axa Sûrîyê bûn, berî ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve werin vegerandin.

Artêşa Îsraîlê di postekê de li ser platforma X'ê got: "Berî demeke kurt, dora 40 welatîyên Îsraîlî li ber sînorê ligel Sûrîyê kom bûn. Piştî çend xulekan, wan sînor derbas kir û çend sed metreyan derbasî nav axa Sûrîyê bûn."

Artêşa Îsraîlê got ku yekîneyek Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ku li wir bû demûdest ew welatî vegerandin nav axa Îsraîlê û hemû desteserkirin.

IDF'ê ragihand ku hemû welatîyên girtî hatin veguhestin bo polîsê Îsraîlê ji bo lêpirsînê.

Artêşa Îsraîlê ev bûyer şermezar kir û da zanîn ku kiryarên wisa wekî tawaneke cidî tên dîtin ku jiyana welat û hêzên Îsraîlî dixin jêr metirsîyê.

Nehate diyarkirin mebesta wan kesan ji vê kiryarê çi bû. Hikûmeta Sûrîyê jî heta amadekirina vê nûçeyê ti daxuyanî derbarê vê bûyerê dernexistîye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG