Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşeke Dronî li Başûrê Sûrîye Pêk Tîne

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Şemîyê ragihand ku leşkerên wan bi dronekê êrîş li dijî "terorîstekî" li başûrê Sûrîyê kir.

IDF di postekê de li ser platform X'ê got wî terorîstî amadekarî li ser nexşeyeke terorîstî dikir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku “tevgera wî gefeke rasterast li ser hêzên me peyda kir.”

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku ji bo nehiştina her gefeyê li ser hêz û welatîyên Îsraîlê, ew dê operasyonên xwe bidomîne.

Ev êrîşa IDF'ê çend rojan piştî êrîşa esmanî ya artêşa Îsraîlê li dijî firokxaneya leşkerî ya Ebû el Zuhur li bakurê Sûrîyê hat.

This item is part of
XS
SM
MD
LG