Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bingeheke Artêşa Sûrîyê li Suweyda Dike Armanc

Sweida city in south Syria after Israel attack
Sweida city in south Syria after Israel attack

Artêşa Îsraîlê dibêje ku wan cihên yên leşkerî yên artêşa Sûrîyê li başûrê Sûrîyê kirine armanc, wekî bersiva êrîşa hêzên Sûrî li ser sivîlên Durzî li parêzgeha Suweydayê.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê got ku êrîşên esmanî navendeke fermandarîyê û depoyên çekan ên artêşa Sûrî armanc girtin. Artêşa Îsraîlê got ku ev êrîş bersivek bû hember êrîşên duh li dijî sivîlan li Durz li herêma Suwayda.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got, "Îsraîl dê ziyanê hember sivîlên Durzî li Sûrîyê qebûl neke û dê çalakîyên xwe yên parastina wan bidomîne."

IDF herwiha diyar kir ku ew bi berdewamî pêşketinên li başûrê Sûrîyê dişopîne û dê li gor fermanên rêberên siyasî bixebite.

Li gor daxuyanîyeke hêzên Durzîyan li Suweydayê, hêz û mîlîşyayên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve roja Pêncşemê êrîşek birine ser devera Durzîyan.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov îro Înê ragihand ku di encama pevçûnan de du çekdarên Durzî hatin kuştin û sê jî birîndar bûn. Çavdêrîyê herwiha got ku çend çekdarên ser bi hikûmeta demkî ve jî birîndar ketine.

Heta amadekirina vê nûçeyê, hikûmeta Sûrî û medyaya fermî ya welêt derbarê bûyerê ti şîrove nedane.

XS
SM
MD
LG