Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûriyê: Îsraîlê Moşek Avêtin Nêzîkî Dîmeşqê


Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê dibêje Îsraîlê jimarek moşekên zevî bo zevî avêtin bingheka leşkerî li nêzîkî Dîmeşqa paytext.

Ajansa SANA dibêje êrîş demeka kurt piştî nîvê şeva borî pêk hat û hin ziyanên madî encam dan. Raporta îro Şemiyê her wiha dibêje berevaniya esmanî ya Sûrî rê li du moşekan ji wan girt.

Îsraîlê jimarek êrîşên esmanî li dijî karwanên hinartina çekan pêkanîn ku gumane ji gurûpa Hizbullah a Libnanî re tên şandin ji bo piştgiriya rêjîma Sûriyê di şerê navxweyî yê welêt de.

Îsraîl her wiha jimarek bingehên leşkerî yên Sûriyê ji xwe re kirine armanc ji dema destpêkirina şerê navxweyî ve,ku piraniya wan li nêzîkî herêma Colanê bûn.

Di meha nehan de, firokên şer ên Îsraîlê li qeraxa Derya Sipî bingeheka leşkerî ya Sûrî ji xwe re kir armanc, du serbaz kuştin û hin ziyanên madî encam dan.

XS
SM
MD
LG