Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wê Dijî Hedefên li Sûrîyê Hin Êrîş Pêk Anîne


Îsraîlê îro Înê ragihand ku wê vê hefteyê dijî hedefên li Sûrîyê hin gav avêtine.

Di rojên borî de medyaya dewletê ya Sûrîyê dabû zanîn ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li rojavayê welêt 16 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlî dîyar kir ku hêzên êrîş birine ser ‘’çend terorîstan ku li başûrê Sûrîyê kiryarên terorî yên dijî Îsraîlê pêşve dibirin.’’

Artêşa Îsraîlî ser êrîşên li Sûrîyê zêdetir hûrgilî neda.

Ew artêş ser îdiayên derbarê kiryarên wê yên li Sûrîyê kêm caran şîroveyan dike.

New York Timesê ragihandibû ku hêzên taybet yên Îsraîlê roja Yekşemê li nêzî sînorê Sûrîye û Lubnanê êrîş birine ser kargeheke çêkirina çekan.

Artêşa Îsraîlê daxwaza ser şîrovekirina wê nûçeyê red kir.

Medyaya dewletê ya Sûrîyê roja Yekşemê gotibû ku Îsraîlê êrîş birine ser herêmên leşkerî, lê hûrgilî nedabû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG