Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê: Êrîşên Amerîka û Îsraîlê di Rojên Pêş de Xurtir Dibin

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz got ku êrîşên Îsraîl û Amerîka li dijî rejîma Îranê “dê di rojên pêş de bi awayekî berçav zêde bibin.”

Katz di daxuyenîyekê de da zanîn ku Îsraîl rijd e li ser “berdewamkirina êrîşan li dijî rejîma terorîst a Îranê, tunekirina fermandarên wê û nehiştina şiyanên wê yên stratejîk” heta ku hemû gefên li ser Îsraîl û berjewendîyên Amerîkayê li herêmê ji holê werin rakirin.

Amerîka û Îsraîlê ji 28'ê Sibatê ve operasyoneke asman û berfireh li dijî rejîma Îranê berdewam dikin.

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê diyar ku ku artêşa welatê wî bihêz e û bereya xwecihî ya Îsraîlê bihêz e û "emê ranewestin heta ku hemû armancên me yên şer pêk werin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî roja Înê got ku Amerîka di vî şerê dijî Îranê de nêzîkî pêkanîna armancên xwe dibe.

XS
SM
MD
LG