Medyaya nêzîkî rejîma Îranê îro Înê piştrast kir ku Mehdî Qureyşî, fermandarê payebilind ê hêza Pasdarên Îranê, hatiye kuştin.
Raporta Ajansa Difa’a a Muqedes dibêje ku Qureyşî, fermandarê Hêza Asmanîya Valahîyê, roja Pêncşemê di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de yên li ser herêma pîşesazîyê ya (Cey) ya bajarê Îsfahanê hat kuştin.
Li gorî heman çavkanîyê, ew fermandar îro Înê bi merasîmeke fermî li Îsfehanê hat veşartin.
Ev bûyer di demekê de tê ku Artêşa Îsraîlê dibêje wan Elî Mihemed Naînî, berdevk û serokê beşê peywendîyên giştî yê hêza Pasdaran, di êrîşeke asmanî de hate kuştin.
Artêşa Îsraîlê tekez kir ku ewê êrîşên xwe yên li dijî rêber û fermandarên Îranî bidomîne.