Biryare Îro roja Çarşemê Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî pêşwazîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike.
Serdana Netanyahu di demekê da tê ku her du hevlbend li ser çewanîya bersivdana gefên rejîma Îranê ku dijminê wan yê hevpare bikin.
Ji gera duyemin ya Serokatîya ev şeşemîn care serok Trump, mêvandariya rêberê Îsraîlî dike.
Netanyahu roja Sîşemê direng, ligel Nûnerê Taybet yê Trump Steve Witkoff û şêwirmendê nefermî Jared Kushner li Blair House ya li kêleka Koşka Spî civyan.
Netanyahu li ser tora X'ê wêneyekî civînê weşand û got ku Witkoff û Kushner li ser gera yekem a danustandinên nerasterast yên civina roja Înê ya borî li Omanê bi rejîma Îranê re, agahî dane aliyê Îsraîlê.
Biryare Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Netanyahu re bicive berî kombûna bi serok Trump.