Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje ICC Dadmendîyê li Cîhanê Dixe Metirsîyê

Berî destpêkirina serdana xwe ya ji bo Amerîkayê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ê ligel Serokê Amerîkî Donald Trump derbarê komek dosyayên herêmî de gotûbêjan bike, ku di serî de pêşveçûnên têkildarî Îranê ne.

Netanyahu di destpêka civîna heftane ya hikûmeta Îsraîlî de, îro roja Yekşemê, got ku ew ê beşdarî merasîma binaxkirina Senatorê Amerîkî yê koçkirî Lindsey Graham bibe, û got ew "yek ji mezintirîn dostên Îsraîlê bû".

Netanyahu herwiha got ku ew êvara Şemîyê bi rêya têlefonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re axiviye.

Wî got ku Amerîka amadekarîyan dike da ku tedbîran li dijî Dadgeha Tawanan a Navneteweyî(ICC) bigire.

Netanyahu ev dadgeh rexne kir û got ku ew " dadmendîyê li cîhanê dixe metirsiyê û mafê welatên demokratîk û xwedî serwerî binpê dike."

Dadgeha Tawanan a Navneteweyî(ICC), biryara girtina Netanyahu û Wezîrê Berevanîyê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant derxistibû.

Wî Dadgeh bi hewldana "xistina ewlehîya welatên demokratîk di bin biryarên bîrokratên gendel de li Lahay" tawanbar kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG