Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bang li Dewletên Cîhanê Dike ku Dijî Îranê Toleyan Ragihînin


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz piştî êrîşa yekê ya rastexwe ya dijî welêt ya Îranê îro Sêşemê bang li dewletên cîhanê kir li hember bernameya muşekan ya Tehranê toleyan ragihînin.

Katz ji medyaya civakî dîyar kir ku divê dewletên cîhanê Pasdarên Şoreşê êdî wek rêxistineke terorê bibînin.

‘’Xêncî bersîvdana leşkerî yên dijî êrîşên muşekî û dronî, ez jibo êrîşeke dîplomatîk ya dijî Îranê jî pêşengîyê dikim.’’

Wî da zanîn ku wî ji 32 dewletan re name şandine û gelek hevtayên xwe re danûstandin kirine.

Wezîrê Îsraîlî dîyar kir ku jibo Îran were sekinandin û qelskirin, divê dijî projeya muşekan tole werin ragihandin û Pasdarên Şoreşê jî wek rêxistineke terorê were dîtin.

Katz got ku bê ku dereng bibe divê ew niha Îranê rawestînin.

Hevbendên Îsraîlê jibo girjîya li Rojhilata Navîn gur nebe bang li wê dewletê kirin ku bi aramî tevbigere, lê Îsraîlê dîyar kir ku ewê bersîvê bide êrîşên Îranê.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak dîyar kir ku Koma G7 ser paketeke tedbîran ya dijî Îranê dixebite.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG