Lînkên eksesibilîtî

Îsrailê bi Muşekan Êrîşî Bingeheke Leşkerî ya Sûrîyê Kir


Artêşa Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi muşekan êrîşî bingeheke leşkerî ya li Masyaf ya Hama kiriye û du leşkerên wê kuştine.

‘’Firokên cengê di demjimêr 02:42 de ji esmanê Lubnanê, jimareke muşekan firand bingeheke me ya li nêzî Masyafê. Jiber êrîşê zarara madî çêbû û du kes hatin kuştin’’ Artêşa Sûrîyê bi daxuyanîyekê got.

Amerîka îdia dike ku rejîma Beşar Esad li wê bingehê çeken kîmyayî çêdike. Medya Îsraîlê jî da zanîn ku li wê herêmê, bo pêşxistina çeken kîmyayî navendeke lêkolînê heye.

Artêşa Sûrîyê di daxuyanîya xwe de qala navenda lêkolîna zanistî nekir.

Li bakurê Masyafê, kampeke pewerdê ya Artêşa Sûrîyê heye û Navenda Lêkolîn û Xebatên Zanistî jî li wê herêmê ye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) do Çarşemê ragihand ku di destê wan de delîlên bi hûrgilî hene ku firokên Artêşa Sûrîyê li Xan Şêxûnê êrîşên kîmyayî li dar xistine.

Hikûmeta Sûrîyê îdiayên ser êrîşên kîmyayî red dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG