Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku hêzên wê di pênc mehên borî de êrîş birine ser nêzî 4.500 armancên koma çekdar Hizbullah yên li Lubnan û Sûrîyê.
Artêşa eşkere kir ku di wan êrîşên Îsraîlê de, 300 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin û zêdetirî 750 jî hatine birîndar kirin.
"Armanc ji esman û ji erdê hatin lêdan ku di nav de depoyên çekan, avahîyên leşkerî yên êrîşên Hizbullahê, navendên fermandarî û kontrolê yên operasyonan hebûn," artêşa Îsraîlê got.
Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku 5 fermandarên payebilind û bi dehan şaneyên terorîst yên Hizbullahê jî di nav 300 kuştîyên ji komê de ne.
Îsraîlê êrîşên xwe wek bersîvekê dijî Hizbullahê bi nav kir, ku Îran piştgirîya wê dike û kom êrîşê sivîl û civakên li bakurê Îsraîlê dike.
Ev daxuyanî hat, piştî hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê ser rojhilata Lubnanê îro Sêşemê kesekî sivîl hatiye kuştin û çend jî birîndar bûne.
Hizbullah jî ragihand ku, milîtanên wê wek bersîva êrîşa îro zêdetirî 100 roket avêtine û çend bingehên leşkerî yên Îsraîlê kirine armanc.
Ji destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê di 7’ê Cotmehê de û vir ve, di navbera hevalbendê Hamasê Hizbullah û Îsraîlê de, ji ser sînorê başûrê Lubnanê bi berdewamî pêguhertina agir çêdibin.
Li gor şopandina AFP ji 7’ê Cotmehê heya îro, di êrîşên Îsraîlê yên li Lubnan û Sûrîyê de, bi giştî 319 kes hatine kuştin.
AFP radigihîne ku ji 319 kuştîyan, herî kêm 233 çekdarên Hizbullahê ne û herwiha herî kêm 54 jî sivîl in.
Di êrîşên Hizbullahê ser Îsraîlê de jî 10 leşker û 7 sivîl hatine kuştin.
Jiber alozîya ser sînorê Lubnanê, ji her du alîyan bi deh hezaran kes jî koçber bûne.
Jêder: AP