Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Ser Refah û Cebelîyê Zêde Dike


Li rojhilata Refahê li başûrê Kerta Gaza, du zarok dûmana ku ji bajêr bilind dibe temaşe dikin,di navbera pevçûnên berdewam yên Îsraîl û koma milîtan Hamasê de, 13 Gulan,2024.
Li rojhilata Refahê li başûrê Kerta Gaza, du zarok dûmana ku ji bajêr bilind dibe temaşe dikin,di navbera pevçûnên berdewam yên Îsraîl û koma milîtan Hamasê de, 13 Gulan,2024.

Tankên Îsraîlê îro Duşemê bi piştgîrîya êrîşên giran yên esmanî û bejayî ketin kûrahîya wêranîyên Cebelîye li bakurê Kerta Gaza û hevdem li başûr jî bi êrîşên esmanî leşkerên bejayî derbazî bajarê Refahê bûn, li gor ragihandina niştecîh û medya heremî.

Li bakur û başûrê Gaza bi hefteyan e, di navbera hêzên Îsraîl û milîtanên Hamasê de şer û pevçûnên tund diqewimin.

Îsraîlê roja Şemîyê got ku ew ser kampa Cebelîye operasyonê dide destpê kirin, bi armanca têkbirina hewlên Hamasê yên jibo vegerandina kanînên xwe yên leşkerî li herêmê.

Îsraîlê hefteya borî ferman da Filîstînîyan ku rojhilata Refahê demûdest vala bikin û bi sed hezaran kes neçar man ku ji heremên birevin ku stargehên nû bibîn.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) îro dîyar kir ku ji fermana valakirinê ya Îsraîlê vir ve, di nava hefteyeke de nêzî 360 hezar kes ji bajarê Refahê revîyane.

Li gor ragihandina niştecîhan hêzên Îsraîlî îro bi tankan rêya serekî ya Selahedîn girtine ku navçeyên rojhilat û navendî yên Refahê ji hev vediqetîne, dema pevçûnên tund didomin.

Îsraîlê li Refahê, ku hevsînorê Misrê ye, derîyê sinorî ya alîkarîyê jî girtiye, ku komên mirovî dibêjin ku rewşa jixwe felaket e, xirabtir dike.

Wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di bin kontrola Hamasê de ye, îro Duşemê ragihand ku sîstema saxlemîya li Gaza li ber hilweşînek tam e, piştî ku peydakirina sotemeniyê bi rêya derîyên sînorî hatine rawestandin.

"Em tenê çend seatan dûrî hilweşîna sîstema saxlemîya li Kerta Gaza ne, jiber nebûna sotemenîya pêwîst ya jibo xebitandina jeneratoran li nexweşxane, ambûlans, û (ji bo wesayîtên ku) karmendan vediguhestînin," wezaretê got.

Wezaretê ya herwiha ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve, herî kêm 35 hezar û 91 Filistînî li Kerta Gaza jiber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin, dema 78 hezar û 827 jî birîndar bûne.

Wezaretê got ku tenê di nava 24 saetên borî de herî kêm 57 Filistînî hatine kuştin.

Li gor karbidestên Îsraîlê jî 1170 kes di êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê de hatine kuştin û 250 jî wek dîl hatine revandin.

Baskê çekdar yê Hamasê got ku çekdarên wê li kolanên rojhilata Refah û li rojhilata Cebelîye bi hêzên Îsraîlê re şer dikin.

Herwiha Hamas û baskê çekdar yê Cîhada Îslamî di daxuyanîyeke hevbeş de ragihandin ku wan bombeyên hawanê avêtine ser hêzên Îsraîlê, yên ku di hundirê derîyê sînorî Refahê de kom dibûn.

Li Îsraîl, artêşê gelek caran li heremên nêzî Gaza siren xebitandin û hişyarî da ku ji hêla Filistînê ve egera avêtina roket û hawanan hene.

Serokwezîr Benyamin Netanyahu îro li Orşelîmê di merasîma jibo Roja Bîranînê ya hêzên Îsraîlî de got ku, şerê dijî Hamasê têkoşînek e, ya jibo ewlekirina hebûn, azadî, ewlehî û bextewarîya Îsraîlê ye.

“Şerê me yê serxwebûnê hîn bi dawî nebûye, heta van rojan niha jî didome,“ Netanyahu got.

Êrîşa li ser Refahê bû sedema yek ji mezintirîn hevbîrnebûna di navbera Îsraîl û hevbendê wê yê serekî Amerîka de, ku Washingtonê ji destpêka şer ve cara yekê, şandina hin çekan rawestand.

Washington dibêje, divê Îsraîl bêyî plana parastina sîvîlan êrîşî Refahê neke, ya ku heta niha nedîtiye.

Ofîsa wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku wî îro li ser telefonê agahîyên dawî yên operasyona li Refahê bi wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re parve kiriye.

" Gallant û Blinken pêşketinên li Gazayê ... û operasyona li herema Refahê ya ldijî tabûrên mayî yên Hamasê gotûbêj kirin, hevdem ewlekirina derîyê sînorî jî," ofîsa Gallant got.

Wezareta Derve ya Misrê jî îro got ku wezîrê derve Semîh Şukrî bi hevtayê xwe yê Amerîkî re di pêwendiyek telefonî de gotiye ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Gaza û bi taybet li Refahê, xeterîyên ewlehîyê yên mezin çêdikin".

Wezaretê dîyar kir ku Şukrî û Blinken destdayîna Îsraîlî ya alîyê Filîstînî yê derîyê sînorî yê Refahê gotûbêj kirine û pêwîstîya jinûve destpêkirina şandina alîkarîyan bo Gaza destnîşan kirine.

Jêder:VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG