Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bang li Karmendên Saxlemîyê Dike ku Vaksîna Çaran li Xwe Bidin


Îsraîlê bang li karmendên saxlemîyê kir ku doza çaran ya vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Li gor banga hikûmetê, kesên ji 60 salî mezintir jî tê xwestin ku doza duduyan vaksîna xurtker li xwe xin.

Karbidestên Îsraîlê di rojên borî de bo vaksîna Pfizer – BioNTechê biryar dabû ku ew wek doza duduyan ya xurtker were karanîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett dîyar kir ku ew di berevanîya diî vîrusa korona de ketine qonaxeke nû.

Bennett dîyar kir ku welatê wî dê di karanîna vaksînê de careke din pêşengîya cîhanê bike.

XS
SM
MD
LG