Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Îsraîlê li Helebê 42 Hêzên Rejîmê û Hizbullahê Hatin Kuştin


Dîmenek piştî êrîşên esmanî ya Îsraîlê ser embara mûşekan ya Hizbullaha Lubnanê li herema Cebrîn ya Helebê, 29 Adar,2024
Dîmenek piştî êrîşên esmanî ya Îsraîlê ser embara mûşekan ya Hizbullaha Lubnanê li herema Cebrîn ya Helebê, 29 Adar,2024

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku Îsraîlê di serê sibêha îro Înê de, bi êrîşên esmanî li embara mûşekan ya Hizbullaha Lubnanê kiriye armanc, ya ku li herema Cebrîn ya paytexta Sûrîyê Helebê bû.

Li gor ragihandina SOHR’ê embara mûşekan ya Hizbullahê li herema Cebrîn ya li nêzî navendeke perwerdekirina hêzên rejîma Sûrîyê ku li nêzî firokxaneya navnetewî ya Halebê bû.

Komê herwiha ragihand ku Îsraîlê li kargehên hêzên berevanîya esmanî yên rejîma Sûrîyê li El-Saferah jî xistine û li herema Kefer Cum li rojavayê Helebê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.

SOHR’ê got ku di êrîşên Îsraîlê herî kêm 42 kes hatine kuştin: 36 leşkerên rejîma Sûrîyê û 6 çekdarên Hizbullaha Lubnanê, dema ku gelek kes jî birîndar bûne.

Reutersê ji zarê sê jêderên ewlekarîyê jimara kuştîyan herî kêm 38 kes ragihand û got ku 33 Sûrî û 5 çekdarên Hizbullahê ne.

Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê jî eşkere kir ku Îsraîlê di êrîşên îro de, başûrê rojhilata parêzgeha Helebê kiriye armanc ku jimarek sivîl û karmendên leşkerî hatin kuştin. Lê, wezaretê zêdetir agahî dîyar nekir.

Wazareta Sûrîyê herwiha ragihand ku êrîşên Îsraîlê ligel jimareke êrîşên dronî re bi hevdemî çêbûne; dronên ku ji Îdlibê û gundewarê Helebê hatine avêtin. Wazaretê got ku rêxistinên terorîst" ew êrîşên dronî kirine û sivîlên li Helebê û derdora wê hatine armanc kirin.

Berdevikê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî jî li ser X’ê got ku êrîşên Îsraîlê li ser Sûrîyê jibo berfirehkirina şer "hewleke eşkere û bêhêvî" ye. Lê, Kenanî ser agahîyên kuştî û birîndarên Îranî de ti şîrove nekir.

Artêşa Îsraîlê daxwaza şîrovekirina ragihandin û daxuyanîyên ser van êrîşan red kir.

SOHR destnîşan dike ku jimara kuştîyên êrîşên îro, ya herî bilind ya hêzên rejîmê ye, ku di êrîşeke Îsraîlê de li ser axa Sûrîyê pêk hatiye û hevdem di sê salên borî de êrîşa herî tund ya Îsraîlê li ser Sûrîyê ye.

Li gor tomarên SOHR’ê Îsraîlê di 2024’an de dijî Sûrîyê 28 êrîş kirine: 20 êrîşên esmanî û 8 êrîşên roketî yên hêzên bejayî. SOHR dibêje ku Îsraîlê di wan êrîşan de nêzî 56 armanc, avahî, embarên çek û cebilxaneyan, navend û wesayît têk birine.

Çavderî herwiha dide zanî ku di wan êrîşên Îsraîlê de bi giştî 104 çekdar hatine kuştin û 47 jî birîndar bûne.SOHR bale dikşîne ku di heman êrîşan de 10 sivîl hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Jêder: SOHR, Reuters

XS
SM
MD
LG