Polîsê Îsraîlî îro Yekşemê got ku wan kesek berguman girtine li ser êrîşa otobusekê li Bajarê Kevin yê Orşelîmê ku di encamê de 8 kes birîndar bibûn û du ji wan bi giranî birîndar in û di nav wan de jinek ducanî jî heye.
Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Tom Nides li ser Twitterê ragihand ku di nav birîndaran de welatiyên Amerîkî jî hene. Peyvdarê balyozxaneyê çi agahî û hûrgiliyên din eşkere nekirin.
Çend demjimêran piştî êrîşê peyvdarê polîsan Kan Elî Levy gote radyoya giştî "Terorîst hatîye girtin û di destê me de ye".
Êriş nêzîkî Dîwarê Rojava, cihê duaya herî pîroz ya Cihûyan, pêk hat.
Şofêrê otobusê Daniel Kanievsky got, çekdarekî dest bi rêşandina guleyan kir li ser otobusa veguhestina giştî û kesên li derveyî wesayîtê, danê spêdê da li rawestgeha otobusê ya Tomb of David.