Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îsraîlê Yên Li Ser Gazeyê 10 Kes Kuştin, Di Nav Wan Da Çekdarek Payebilind Jî Heye


Îsraîlê roja Şemîyê bi êrîşên asmanî li Gazeyê xist û girûpeke çekdarên Filistînî bi êrişa mûşekan bersiv da, û ev yek xirabtirîn zêdebûna tundûtûjîyê ye li herêmê ji şerê sala borî êreve.

Îsraîlê got ku ew neçar bû ku li dijî Cîhada Îslamî operasyoneka "pêşîgirtinê" destpê bikin, û îdîa kir ku girûpê plana êrîşek nû dikir piştî çend rojên alozîyan li ser sînorê Gazeyê.

Karbidestên saxlemîyê li Gazeyê, ku navçeyeke Filistînî ya di bin kontrola rêxistina Îslamî ya Hemasê de ye, ragihand ku 11 kes di encama bombebarana Îsraîlê de hatine kuştin, ku di nav wan de keçeke pênc salî hebû û zêdetirî 80 kesên din jî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di operasyonê de 15 çekdar hatine kuştin.

Roja şemiyê serê sibê Îsraîlê operasyona xwe ya li dijî Cîhada Îslamî berfireh kir, grûpeke ku ligel Hamasê ye, lê pir caran serbixwe tevdigere.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 19 kesên ku endamên rêxistinê ne li Kenarê Rojava ya dagirkirî girtine û kesek din jî digel wan hatîye girtin.

Îsraîlê û Cîhada Îslamî her duyan kuştina Taysir el-Ceberî, serkirdeyekî sereke yê çekdaran, di êrîşeke Înê da li ser avahiyeka li rojavayê bajarê Xezayê piştrast kirin.

Cîhada Îslamî got ku bombebarana destpêkê ya Îsraîlî wekî "ragihandina şer" bû, berî ku ew barek rokêtan ber bi Îsraîlê ve biavêje.
Avêtina rokêtan û êrîşên Israîlî ewro roja Şemiyê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG