Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî: Îsraîlê bi Muşekan Êrîş Bir Ser Axa Sûrîyê


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku Îsraîlê dijî axa wê êrîşa bi muşekan li dar xistiye.

Êrîş li herêma Tel el Hara ya li başûrê Sûrîyê çêbûn ku ew der nêzî Girên Golanê yên di bin serwerîya Îsraîlê de ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku êrîş bi ser enîyên Artêşa Sûrîyê û yên Hizbulahê de pêk hatiye.

SOHR’ê dîyar kir ku di êrîşê de hin kes hatine kuştin, lê hejmar eşkere nekir.

Li gor daxuyanîya SOHR’ê, firokşikênên Sûrîyê jimareke muşekan rawestandine, lê hin ji wan gêhiştine enîyan.

XS
SM
MD
LG