Serokê Federasyona Niştîmanî ya sendîkaya Kar 'Histadrutê' Arnon Bar-Davîd ji ber serbest neberdana dîlên di dest Hamasê de, greva giştî ya sibê ragihand û got ku "lihevkirin ji her tiştî girîngtir e."
Çalakî wê saet di 06.00’an de dest pê bike û niha weke greva jibo rojekê tê plankirin û Bar-Davîd got ku biryar jî, ji roja duşemê û şûnde wê bihên dayîn.
Histadrut ku sendîkaya herî hêzdar ya Îsraîlê Duşemê jibo piştgirîkirina dîlên di destê Hamasê de fermana "greveke giştî" kir.
Serokê Histadrutê Arnon bar-David biryara grevê ragihand, piştî ku îro termên 6 dîlên di destê Hamasê de li bajarê Refahê li tuneleke hatin dîtin.
"Divê em dest ji dîlan bernedin... Ez gihîştim wê encamê ku tenê destwerdana me dikare wan kesên ku divê werin hejandin bihejîne," David di daxuyanîyeke de got.
Kuştina şeş dîlan, bangên protestokirina dijî Serokwezîr Netanyahu zêde kirin, ku gelek Îsraîlî wî tawanbar dike ku ew di rizgar kirina kesên dil de serneketiye.
Rêberê opozîsyona Îsraîlî Yair Lapid roja Yekşemê bang li sendîkayên sereke yên karkeran, karsaz û şaredarîyên Îsraîlê kir ku dijî Netanyahu dest bi grevekî giştî bikin, da ku Netanyahu bi Hamasê re peymaneke agirbestê îmza bike, jibo azadkirina dîlên mayî li Gazayê.
Wî herwiha bal kişand ku di çarçoveya grevê de "hemû rabûn û daketina li balafirgeha Ben Gurion jî wê ji saet 8’ê sibê ve raweste.
"Pêdivî ye ku em bigihêjin peymanekê, peymanek ji her tiştî din girîngtir e. Peymaneke ku jiber sedemên siyasî pêş nakeve û ev yek nayê qebûlkirin," David got.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jiber kuştina 6 dîlan xemgînîya xwe dîyar kir, soza tolhildanê da û got ku ev kuştin îspat dike ku Hamas peymana agirbestê naxwaze.
Karbidestên payebilind yên Hamasê gotin ku Îsraîl berpirse ji redkirina peymana agirbestê, Netanyahu berpirsê kuştina dilên Îsraîlî ye " Divê Îsraîlî di navbera Netanyahu û peymanê de bijareke bikin," berpirsê Hamasê Samî Ebû Zuhrî ji Reutersê re got.
Jêder: Reuters