Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîl Serederiya bi Dîlên Azadkirî re Wek 'Sûcê li Dijî Mirovahiyê' Binav Dike


Dîlên Îsraîlî ji (Çep bo Rast) Or Levy, Eli Sharabi û Ohad Ben Ami
Dîlên Îsraîlî ji (Çep bo Rast) Or Levy, Eli Sharabi û Ohad Ben Ami

Hemas û Îsraîlê, roja Şemiyê pêncemîn pevguhrtina dîl û girtiyan di çarçoveya rêkeftina agirbesta Gazayê de pêkanî, ku dihat çaverêkirin ku 3 Îsraîlî li berdêla 183 Filistînî bên berdan.

Di nava aloziyan de pevguhertina 5'an ya rehîne û girtiyan pêktê, dema ku 3 Îsraîlî ji aliyê milîtanên Hemasê ve yên bi mask ew anîn ser sehnê ku rehîne, birçî, lawaz û bi êş xweya dikirin.

Serokê Îsraîlî Isaac Herzog, tevgeriyan û serederiya bi rehîneyên Îsraîlî yên ku roja Şemîyê ji aliyê Hemasê de hatin berdan şermezar kir.

Serokê Îsraîlî di daxuyaniyekê de li ser Xê got: "Sûcek li dijî mirovahiyê bi vî rengî xuya dike! Divê tevahiya cîhan rasterast li Ohad, Or û Eli binêre, ku piştî 491 rojên di dojehê de vedigerin, birçî, lawaz û êşdar xweya dikin, ku ji hêla kujerên hovane ve têne îstismar kirin."

Artêşê Îsraîlê got, beşek ji pevguhertina 5an li gor rêkeftina agirbesta Gazayê Sê rehîneyên Îsraîlî yên ku ji alîyê mîlîtanên Hemasê ve roja Şemîyê hatin azadkirin gihiştin axa Îsraîlê.

Artêşê di daxuyaniyekê de got, "Berî demeke kurt, ligel hêzên berevaniya Îsraîlê (IDF) û Ajansên ewlehiyê (ISA), hersê rehîne Or Levy, Ohad Ben Amî, û Elî Şerabî vegeriyan, wan sînor derbas kirin û derbasî xaka Israîlî bûn," artêşa Îsraîlê anî ziman ku ew dê bi malbatên xwe re li xala pêşwaziyê li başûrê Îsraîlê bên cem hev.

Ji aliyê xwe ve foruma Rehîne û Malbatên Windayan yên Îsraîlê jî daxuyaniyek weşand û serederiya li gel hersê kesan îro azadbûyî ji aliyê Hemasê ve şermezar kir û weke “dîmenên xemgîn” yên rehînyan binav kirin dema ku ew li ser sehnê mecbûrî axaftinê kirîn û bi bedeneke lawaz, birçî û bi êş xweya dikirin.

Komela malbatên dîl û windayiyan got, divê di demek herî zû de rehîneyên girtî di dest Hemasê de her hemî werin azad kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG