Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê: Em ji bo Operasyoneke Berfireh li Kenara Rojava Xwe Amade Dikin

Leşkerên Îsraîlê di dema amadekarî û çavdêriyê de
Leşkerên Îsraîlê di dema amadekarî û çavdêriyê de

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku li Kenara Rojava li nêzîkî bajarê Nablosê welatîyekî Îsraîlê hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Sazîya Îsraîlê ya xizmetên lezgîn û Hewarçûnê ragihand ku roja Înê sibehê li nêzîkî wargeha Havat Cil'ad li Kenara Rojava êrîşeke çekdarî pêkhat, di encamê de welatîyekî Îsraîlî hatîye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di platforma X'ê de got ku "Hêzên IDF li seranserê herêmê – Yehud û Samire - amadekarîyên operasyoneke berfireh dikin, û li hemî herêmê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrîşa çekdarî ya li Kenara Rojava ku tê de Îsraîlîyek hat kuştin û du jî birîndar bûn, soza bersiveke "bi hêz" da.

Netanyahu di daxuyanîyekê de ku ji ofîsa wî hat weşandin got, "Em ê bi biryardarî li dijî terorîstan û kesên ku ew şandine tevbigerin." Û herwiha got ku ewê bi rayedarên ewlekarîyê re civînekê li dar bixe "ji bo gotûbêja ser bersivdana wê êrîşa kujer."

Wezareta Tendirûstî ya Filistînê jî di daxuyanîyekê de ragihand ku li herêma Nablosê 4 Filistînî hatine kuştin.

Ev bûyer di nav şert û mercên ewlekarîyê yên her ku diçe dijwartir dibin de pêkhat, tê çaverêkirin ku tengezarîya li herêmê û girjîyên heyî dê bibin sedema derketina zêdetir alozîyan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG