Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rehîneyên Destê Hamasê Çawa Hatin Rizgar Kirin?


Fernando Simon Marman û her du dîlên Îsraîlî yên di dest Hamasê de piştî hatin rizgar kirin li navenda Sheiba ya Tendirustî.
Fernando Simon Marman û her du dîlên Îsraîlî yên di dest Hamasê de piştî hatin rizgar kirin li navenda Sheiba ya Tendirustî.

Leşkerên Îsraîlî serê sibeya îro Duşemê du rehîneyên di dest Hamasê de di opresyoneke taybet ji Refah ya Kerta Gazayê rizgar kirin.

Her du dîlên Îsraîlî, Fernando Marman (61 salî) û Louis Harr (70 salî) piştî ku hatin rizgar kirin, endamên malbatên xwe hembêz kirin.

Ajansan ragihand ku her du dîlên hatine rizgar kirin di qatê duyan yê apartmantekê de bûn li Rafahê.

Leşkerê Îsraîlê dîyar kir ku 2 rehîneyên ku hatin rizgarkirin rewşa wan "baş e" û ji bo lêkolîna rewşa wan ya tendirûstî ew hatine veguhastin bo navenda tendirûstî ya Şeiban ya li nêzî Tel Avîvê.

Rojnameya Times of Israel li ser zarê xizmekî yek ji wan got ku her du zilam di dema çar mehên ku li Gazayê di dest Hamasê de bûn, lawaz bûne û senga bedenê xwe winda kirine.


Navenda Tendirustîyê daxuyanîyek da û got,"Piştî lêkolîna destpêkê ya tenduristîyê rewşa wan baş û aram e."

Berdevkê artêşa Îsraîlî Daniel Hagari di daxuyanîyekê de got: "Ew operasyoneke rizgarkirinê ya gelek giring bû operasyona rizgarkirina wan li gor zanyarîyên îstixbaratî yên pir hesas û hêja pêkhatbû."

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu pesna operasyonê da û got ku "leşkerên me yên wêrek bi saya çalakîya wan ya wêrek" ku bû sedema azadkirina her du kesan, û soz da ku givaştinên leşkerî berdewam bike ji bo rizgarkirina dîlên mayî.

Avichay Adraee berdevkê artêşa Îsraîlê bo mediuya Erebî di hesaba xwe ya X'ê de li dor rizgar kirina her du rehînan di peyamekê de dîmenên operasyonê weşandin û dibêje, "bi vî awayî û bi qehremanî her du dîl ji nava dilê Rafahê hatin rizgar kirin"

Ajansa France-Presse (AFP) dîyar kir ku hêzên taybet yên Îsraîlî bi teqemenî avêtin ser avahîyeke li navenda Rafahê ku tê de 2 rehîneyên ku di êrîşa 7'ê Cotmehê de ji alîyê endamên Hamasê ve hatibûn revandin, li qata duyemîn ya avahîyê bûn hatin rizgar kirin.

Operasyona ku her du kes rizgarkirin bi navê "Destê Zêrîn" hat binav kirin ku ji alîyê fermandarên artêş, polîs û ajansa ewlekarîya navxweyî Shin Bet ve hat çavdêrîkirin, herwiha bi şêweke zindî Serokwezîr Netanyahu û Wezîrê Berevanîyê Yoav Galant operasyona rizgarkirinê dişopandin.

Jêder: AFP/X

XS
SM
MD
LG