Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Sêşemê ragihand ku yekîneyên wan li herêma Xan Yûnis ya Xezayê, fermandarê grûpa Jîhda Îslamî Tariq Enwer Xemîs El-Ra’î kuştiye.
IDF, di platforma Xê de dibêje; Tariq Enwer ku bi Ebû E’zam tê naskirin, fermandeyekî grûpa Jihada Îslamî ya Filistînê ye, di dema êrîşên 7ê Cotmehê de ket nav Kibbutz Be’eri û di revandina welatiyên îsraîlî de beşdar bûbû.
Li gorî agahiyên hatine dayîn, Ra’i di vê demê de di operasyonên çekdarî de rolek girîng hebû, IDF got "Paşê jî, wî çalakiyên terorîstî yên din li dijî hêzên artêşa Îsraîlê (IDF) û welatiyên Îsraîlî bi domdarî pêkanîn."
IDF got jî, di wan çalakiyan de, Ra’i wek yek ji fermandeyên li ser erdê yên Jihada Îslamî tê naskirin û wî di plan danîn û pêkanîna êrîşên li dijî Îsraîlê de rolek çalak hebû.
Hêjayî gotinê ye dema ku hevdîtinên di navber rayedarên Hemasê, nûnerên Amerîkî û Îsaîlê de derbarê plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ya aştiyê li Xezayê tên encam dan, Hemas û Îsraîl hevdu bi binpêkirina agirbesta heyî tawanbar dikin.