Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevguhertina Dîlan ya Îsraîl û Hemasê de 6 Îsraîlî û Nêzî 600 Fîlistînî Hatin Berdan


Dîlên Îsraîlî Cohen Omer Shem Tov ku Şemiyê 22ê Sibatê 2025ê hatin berdan
Dîlên Îsraîlî Cohen Omer Shem Tov ku Şemiyê 22ê Sibatê 2025ê hatin berdan

Di gera heftan ya pevguhetina dîl û rehîneyan di navbera çekdarên Hemasê ku weke rêxistineke terorîsrt tê dîtin û Îsaîlê de pêkhat, Hemasê 6 dîlên Îsraîlê li hember 602 girtiyên Filistînî azad kirin.

Hemasê roja Şemiyê şeş rehîneyên sozdayî yên Îsraîlî di berdêla 600 girtiyên filistînî de serbest berdan. Ev yek tê piştî ku Îsraîl piştrast kir ku wê termê Shiri Bibas berî çend demjimêran vegerandiye.

Dîlên Îsraîlî yên hatine berdan pêşî sê kes ku Eliya Cohen, 27 salî, Omar Shem Tov, 22 salî, û Omar Wenkert, 23 salî, radestî Xaça Sor hatin kirin.

Hersê jî ew bûn yên ku di dema Festîvala Muzîkê ya Nova de di dema êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê de li başûrê Îsraîl hatinbûn revandin.

Di nav girseya ku ji bo temaşekirina radestkirinê hatbûn, aliyên sê rehîneyan bi çekdarên Hemasê hatbûn girtin, rehîne lawaz xweya dikirin û bi mecûbrî silav dan ser gireseya gel ya amdebûyî.

Tal Shoham, 40 salî, û Avera Mingisto, 39, berê li herêma Refah, li başûrê Gaza hatinbûn radest kirin.

Tê payîn ku rehîneyê şeşemîn ê bi navê Hîsham al-Sayedî yê 36 salî li bajarê Gazayê were berdan.

Al-Sayed û Mingisto berî deh salan dema ku bi xwe ketinbûn Gazayê hatinbûn girtin.

Şeş kesên sax yên dawî ne ji 33 rehîneyên ku di qonaxa yekem a agirbestê de, ku di Çile de dest pê kir, hatin berdan. Nêzîkî 60 rehîneyên din li Gazayê mane, ku tê bawer kirin ku nîvek ji wan di sax in.

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG