Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Îsraîlê: Pêşbirkeya Siyasî û Paşeroja Hikûmeta Nû

Israel Palestinians
Israel Palestinians

Roja Sêşemê 27`ê Cotmehê, Hilbijartinên Îsraîlê di nav atmosferên siyasî yên dijwar de pêkhat ku zêdetirî 7 milyon kesan mafê dengdanê hebû.

Hilbijartina Îsal ya Îsraîlê bala raya giştî dikişîne. Pêşbirkên di navbera part'yên siyasî de, nakokîyên li ser ewlehîyê û pirsên girêdayî pêşeroja welêt, bûne mijarên sereke yên gotûbêjên siyasî.

Çavdêrên siyasî balê dikişînin ser bandora encamên hilbijartinan li ser avakirina hikûmeta nû û biryarên dê bêne girtin di demên pêş de.

Benjamin Netanyahu, serokê partîya Likud û serokwezîrê Îsraîlê yê dema wî bidawî bûyî, ji bo domandina desthilatdarîyê û avakirina hikûmetekê ku piştgirîya parlemanê hebe, bi dijwarîyên siyasî re rû bi rû ye. Alîyên ku piştgirî didin wî dixwazin siyaseta ewlehîyê û rêbazên rêvebirina welêt bidomînin, lê dijberên wî daxwaza guhertinên siyasî û rêveberîyê dikin.

Hilbijartinên Îsraîlê
Hilbijartinên Îsraîlê

Benjamin Netanyahu partiyên rasgir ên bi wî re hevpeymanin, li gor dengên heta niha hatine hejmartin li pêş e, di navbera wî û Gadi Eisenkot de cudahîyeke weha mezin tune ye.

Li gor rapirsîyên derbarê dengdanê de, û dengên heta niha hatine hejmartin dê ti partî nikarinbin bi serê xwe hikûmetê ava bikin. Ji bo avakirina Hikûmetê 61 kursîyên parlemanê pêwîst in ji koma 120 kursîyan di parlemanê (Knesset) de.

Dengderê Îsraîlî Dîno Danil ji bakurê Îsraîlê gote Dengê Amerîka; "Li gor çavkanîyên medyayî yên bawerpêkirî, heta niha nêzî 77% ê dengan hatine hejmartin, Netnayahu û hevpeymanîya wî nêz 54 kursî bidest xistine, û hevpeymanîya Opozisyonê ya bi serokatîya Eisenkot" di navbera 48-49 kursî bidest xistine, lê kesek ji wan bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike.

Dîno Danil
Dîno Danil

Danil herwiha got, "Beşdarîya di hilbijartinên Sêşemê de li Îsraîlê ya herî zêde û mezin bû di 50 salan de. "

Herwiha Berpirsê berê yê Tora Hevpeymanîya Îsraîl-Kurdistan, Şêrzad Mamsanî gote Dengê Amerîkayê, " Partîyên ku beşdarin di hilbijartinan de; "Likud bi serokatîya Benjamin Netanyahu, partîya Yashar bi serokatîya Gadi Eisenkot, partîya B’Yachad (Bihev re) bi serokatîyta Naftali Bennett, Partîya Îsraîlê Mala Me ye (Yisrael Beiteinu) bi serokatîya Avigdor Lieberman, partîya demokrat bi serokatîya Yair Golan û herwiha Lîsta yekgirtî ya Ereban (Ra'im) bi serokatîya Mansour Abbas.”

Mamsanî pêşwext gotbû ku ew dibîne ku "Bereyê Netanyahu dê hewceyî 7-8 kursîyan be ku bikare hikûmetê pêk bîne."

Şêerzad Mamsanî
Şêerzad Mamsanî

Piştî eşkerekirina encamên fermî, dê pêvajoya avakirina hikûmetê dest pê bike. Serokê Îsraîlê Isaac Herzog dê li gorî mercên destûrî û piştgiriyên parlamentoyê biryarê bide ka kîjan kes dê ji bo avakirina hikûmetê were destnîşan kirin. Heke partî nikaribin li ser piranîyekê li hev bikin, danûstandinên siyasî dikarin dirêj bibin û qeyraneke siyasî çêbibe.

Li gorî çavdêran, hilbijartinên Îsraîlê ne tenê pêşbirkeke di navbera partîyan de ne, lê herwiha pêvajoyeke ku dikare bandorê li ser siyaseta navxweyî, ewlehîya herêmê û pêwendîyên navneteweyî bike. Pêşeroja hikûmeta nû dê bi encamên fermî, hevpeymanên siyasî û şiyana partîyan a gihîştina lihevhatinekê ve girêdayî be.

This item is part of
XS
SM
MD
LG