Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Duşemê ser hesaba xwe ya X'ê ragihand ku wan operasyonên bejayî yên armanckirî li dijî binesazîya leşkerî ya Hizbullahê berfireh dikin da ku rewşa beravanî ya li enîya pêşîn li herêma Bint Cibeyl li başûrê Libnanê xurt bikin.
Di daxuyanîyekê de IDF dibêje "Leşkerên me li zêdetirî 100 terorîstên Hizbullahê xistin û ji holê rakirin, bi dehan cihên binesazîya terorîstan hatin hilweşandin û dest bi ser sedan çekan de girt ku li herêmê hatibûn bicihkirin. "
Di peyameke din de IDF dibêje hêzên wan "rêyeke bin erdê ku tuneleke Hizbullahê bû li başûrê Libnanê, ku ji bo plansazkirin û pêşvebirina çalakîyên terorîstî li dijî leşkerên IDF dihat bikaranîn, di êrîşên esmanî de hate hilweşandin."