Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hizbullahê Êrîşî Leşkerên Wê Kiriye

Dîmenên hilweşandina bingehên veşartî yên jêrzemîn ên Hizbullahê ji alîyê IDF ve.
Dîmenên hilweşandina bingehên veşartî yên jêrzemîn ên Hizbullahê ji alîyê IDF ve.

Hêzên Berevnaîya Îsraîlê berî demek kurt ê roja Çarşemê ragihmad ku Hizbullahê li herêma girê Elî Tahir ku di nava herêma ewlekarîyê de ye, droneke barkirî ji teqemenîyê ber bi otombîlek endazyarîya leşkerî ya Artêşa Îsraîlê ve avêt.

IDF'ê li ser platforma X'ê got, "Leşkerên Artêşa Îsraîlê li herêma girê Elî Tahir nobedarîya xwe berdewam dikin û rê li ber her êrîşeke terorîstî ya li dijî leşkerên Îsraîlê digirin."

IDF'ê di daxuyanîyeke cuda de, ragihand ku hêzên wan li başûrê Libnanê baregeheke veşartî yê Hizbullahê dîtiye û hilweşandiye.

IDF'ê got, "li herêma ewlehîyê ya başûrê Libnanê, tîma êrîşakar a Lîwaya 401emîn û hêza 'Yahalom' baregeheke jêrzemîn a rêxistina terorîst a Hizbullahê destnîşan kir û paşî wêran kirin".

Wê got ku wan tuneleke jêrzemînî ku weke baregeha Hizbullahê hatîye karanîn, ku nêzîkî 300 metran dûrî avahiyeke UNIFILê dîtiye.

Ew tunel di bin kargeheke çêkirina materyalên avakirinê de bû.

Tunel nêzîkî 55 metre dirêj bû û 3 odeyên jiyanê tê de bûn. Herwiha ciyekî girîdayî tunelê hatîye dîtin ku bi dehan cûrên çek tê de hatine dîtin.

Li alîyek din hêzên Berevanîya Îsraîlê di daxuyanîyekê ya di platforma X'ê de dîsan ragihand ku hêzên wan gelek depoyên çekan ên girêdayî tevgera Hemasê, li navend û bakurê Xezayê hatin armanckirin û hilweşandin.

Li gorî daxuyanîya IDF'ê, yek ji van depoyan di nav mizgeftekê de li bakurê Xezayê hatiye dîtin.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê got ku ev mînakeke din a bikaranîna cihên sivîl, di nav de cihên olî jî, ji bo veşartina çekan û encamdana çalakîyên leşkerî yên Hemasê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG