Ajansa Reuters, li gûr kenalên fermî yên medîyatîk dan zanîn ku, serok erkanê artêşa Îranê di seredana xwe ya Sûriyê de roja Çarşemê gotiye, nayê qebûl kirin ku, Îsraîl serweriya esmanê Sûriyê bin pê bike û her wextê bixwaze êrîşî nav ax û bihavê esmanê wî welatî bike.
General Mohamed Baqirî Serok erkanê artêşa Îranê niha bi seredanekê li Sûriyê ye, armanca seredanê hevkarîya leşekrî ya li dij dojminên hevbeş "Sahyonî û terroristan"e, weke ew dibêje, mebesta wî Îsraîl û çekdarên Sunî yên li Sûriyê ne.
Îran ji sala 2012an alîkarîya leşkerî dide desthilata Beşar Asad, bo vegerandina gelek erdê li jêr destê çekdarên opozisyon û çekdarên Sunî yên radîkal Îranê desthilata Asad destek kirîye.
Herwiha Komela Hizbullahê ya ji aliyê Îranê ve tê piştevanî kirin gelek alîkar daye hikûmeta Asad.
Îsraîl dide zanîn ku, di navbera 5 salên bûrî de nêzîkî 100 caran karwanên gihandina çekan bû rêjîma Sûrî û Hizballahê di nav axa Sûriyê de bombebaran kirine. Serokwezîrên Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, Îran li Sûriyê xwe bihêz dike û Îsraîl vê yekê ji nêzîk ve dişopîne û ewê rê liber her gefekê bigirin.