Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Êrîşên Îranê yên Ser Eqebe Hatine Destnîşankirin

Êrîşên mûekî yên Îranê bo ser çendîn welatan li Herêmê
Êrîşên mûekî yên Îranê bo ser çendîn welatan li Herêmê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Yekşemê ragihand ku wan êrîşên mûşekî yên Îranê ku arasteyî bajarê Eqebe yê Urdunê hatine kirin destnîşan kirine.

IDF'ê got, "Berî demeke kurt, êrîşên Îranê yên ber bi bajarê Eqebe yê Urdunê ve, ku nêzî sînorê Îsraîlê ye, hatine destnîşankirin. "

"Li gorî agahiyên destpêkê, dibe ku perçeyên ku ji ber van êrîşan derketine ket bin nav axa welêt," IDF got.

IDF dibêje ji ber van êrîşan hişyariyên ewlehîyê li başûrê welêt çalak dibin.

Li alîyek din û li gor Reuters'ê, Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê diyar kir ku Amerîka amade ye ku balafirên zêdetir ên ku li esmên sotemenîyê didin firokên cengê bişînin Îsraîlê, piştî ku şert û mercên ewlehîyê li herêmê girantir bûne.

Li gorî rayedaran, ev gav beşek e ji guherandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê.

Tê çaverêkirin ku bi dehan balafirên tankerkirinê (dayîna sotemenîyê li esmanê bo firokên cengê) li bingehên hêzên esmanî yên Îsraîlê û hin balafirgehên sivîl werin bicihkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG