Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Cihû: Netanyahu Soz Daye ku Daxwaza Parastina Kurdan Bigihîne Trump

Kurdên cihû li Îsraîlê piştevanîya rojava dikin.
Kurdên cihû li Îsraîlê piştevanîya rojava dikin.

Yehuda Ben Yosef, Serokê Civaka Kurd li Îsraîlê di hesaba xwe ya X'ê de peyamek hişyarîyê ya parastin û piştevanîya kurdan weşand û dibêje "Dema ku sivîl tên kuştin, dema ku Kurd tên çewisandin. Çima cîhan bêdeng e?"

Yehuda bang li hikûmeta Îsraîlê dike û dibêje, "Ev ne tenê axaftineke din e. Ev bangek hişyarkirinê ye. Divê Îsraîl tevbigere. Bi dengekî zelal. Bi tevgeriyaneke exlaqî. Bi çalakîyeke siyasî ya biryarder alîkarîya kurdan bike."

Akram Hasson endamê Kneseta Îsraîlê ew jî, piştgîrî dide kurdan û dibêje "berî serdana serokwezîr Netanyahu ya Amerîkayê, me daxwaz ji wî kir ku li cem serok Trump derdeserîyên kurdan bigihîne wî û behsa wan binpêkirinên li dijî kurdan bike, ku desthilata Jolanî li dijî wan li Sûrîyê encam dide. "

Li Îsraîlê Kurdên cihû di nava çalakîyan de ne bo piştevanîya kurdan bi taybet piştî alozbûna rewşa kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Endamê Knesetê Akram Hasson di hesaba xwe ya facebookê de dinîvse "Ezê piştevanîya birayên xwe yên kurd ên birûmet berdewam bibim û dengê wan bigihînin ciyên biryarder."

Hasson dibêje, her hefteyê li ofîsa xwe ya Knesetê pêşwazîyê li şandeke kurdan dikim û em li hev dicivin ji bo maf û parastina wan.

Hasson pesna kurdan weke pêkhateyeke aştîxwaz li herêmê dide û dibêje "ew herdem li alîyê pêkhate û kemaniyên din rawestîyane yên ku rastî serkutkirinê hatine ji alîyê cîhadîyan û tundrêyên olperist ve."

Yûsif Zakin, kesayetîyê kurd ê cihû ku li Orşelîmê dimîne û di nava civaka kurdan de li Îsraîlê çalak e, gote Dengê Amerîka, her hefte çalakîyên me yên cihereng hene ji bo piştevanîya kurdan bi giştî û rewşa niha li rojava bi taybetî.

Zakin got, çalakîyên li Îsaîlê yên piştevanîyê cihereng in, hem weke xwepêşandan, nameyên piştevanî û daxuyanîyên şermezarkirin û çalakîyên kulturî yên ku hêma û nirxên kurdan diparêzin.

Yehuda Ben Yûsif di beşekî peyama xwe ya ser X’ê de got "Wekî Serokê Civaka Kurd li Îsraîlê û wekî parêzvanek ji bo Kurdistanê xizmet dikim. Ez hemî hewldanên xwe didomînim da ku Kneset û Hikûmeta Îsraîlê seferber bikim ji bo beşdarîya çalak a di derbarê Sûrîyê û Îranê de," ku kurd werin parastin.

Yehuda dibêje, "Ez bawer dikim ku ev mijar dê were pêş, wekî ku di danûstandina min a bi Netanyahu re ku daxwazê bigihîne serok Trump."

Ji hejî bîrxistinê ye hejmarek zêde ya kurdên cihû li Îsraîlê dijîn û di qonaxên cuda yên dîrokî de ji herêmên kurdan li Tirkîyê, Sûrîyê Îraq û Îranê ji ber zordestîya rejîmên wan welatan çûne Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG