Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civaka Kurdên Cihu ser Pirsa Kurd ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlê Kom Dibe

Yehuda Ben Yosef û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar
Yehuda Ben Yosef û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar

Serokê Civaka Kurd li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef roja Çarşemê ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar re hevdîtinek pêk anî.

Li gor Ben Yosef, civîn li ser pirsgirêka Kurd û pêşketinên herêmî bû. Di hevdîtinê de nîqaş li ser têkilîya dîplomatîk û hewldanên berdewam ên ji bo piştgirîya civakên kêmneteweyan li seranserê Rojhilata Navîn hate kirin.

Ben Yosef ji Dengê Amerîka re got ku Wezîrê Derva yê Îsraîlê Sa'ar tekez kir ku pirsgirêka Kurd ji ber girîngîya wê ji bo aramîya herêmî di rojeva stratejîk a demdirêj a Îsraîlê de ye.

"Xûşk û birayên min ên kurd, ez bi domdarî dixebitim ji bo piştevanîya Kurdan. Doh ez bi wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar re kom bûm. Em li ser gelek mijaran axivîn, bi tyabet ser Rojava, " Ben Yosef îro Pêncşemê di tomareke vîdyoyî de bo Dengê Amerîka got. "Îsraîl gelek karan bi Amerîka re encam dide da ku kuştina Kurdan li Rojava rawestîne."

Çalakvanê Kurdê Îsraîlê ser platforma Xê jî roja Çarşemê nivîsî ku "li ser daxwaza min, civînek girîng û watedar bi hevalê min, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, Gideon Sa’ar re pêk hat, pirsgirêka Kurd mijara girîng û serekî bû."

Ben Yosef tekez kir ku bi rêya hemî kanalên dîplomatîk, Îsraîlê bi Amerîka re dixebite ji bo bidawîkirina tundûtûjiya dijî Kurdên Rojava. Wî got ew ji nêz ve bi Senatorê Amerîkî yê naskirî Lindsey Graham re li ser mijarên têkildarî Kurdan di nava xebateke domdar de ne.

"Wezîr Sa'ar rave kir ku yek ji sedemên serekî yên rawestandina komkujîya li Rojava ji encama zexta girîng a Îsraîlê bû ku di dema danûstandinên bi rêvebirîya Amerîkayê re hatin," Yehuda got.

Sa'ar û karbidestên din yên Îsraîlê di demên dawî de piştgîrîya xwe bo Kurd, bi taybet piştî hikûmeta demkî li Sûrîyê hate ser desthilatê.

Tê texmînkirin ku nêzîkî 300 hezar Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn û di dema dawî de bi hejmareke çalakî piştgirîya xwe bo Kurdan nîşan dane.

XS
SM
MD
LG